Çû
Sar Yayınevi
Çû Enwer Karahan ji xwe re stîleke taybetî hilbijartiye ku nêzîkî stila helbestê ye Bi awayekî serbest nivisîye û bi hevoken normal ava nekiriye Bi taybetî cihê lêkeran guhertiye Kurdiyeke rewan e dema mirov dixwîne diherike û mirov lê nalikume Kurdiyeke kûr û berfireh e nivîskar gelek gotinên orjinal bi kar aniye Gotinên ku di nav xweza û civatê de hene Lê kesekî di nav wê xwezayê de di nav civata kurdayetiyê de mezin bibe dikare bi wan gotinan taswîrên weha hêja bike Amed Tîgrîs Min nivîsên di vê pirtûkê de xwendin lê bandora wan ne wek nivîsa Heger ez bihatama li min bû Vê nivîsê hişt ku piştî xwendina çend nivîsên piştî wê dîsa lê vegerim û wan hevokan dûbare bikim Nizanim ji ber xurtbûna wêne û desthuneriya ku nivîskar hûnandibû yan jî ji ber ku ez bê paseport li wan deveran gerandin û ew xwarin û vexwarina li wan kolanan bi min şêrîn kiribû û bêyî ku bilêta balafirê bibirim rêwî bûm Arşevê Oskan