Danberheva Memê Alan Û Mem Û Zînê Vekolîneke Folklorî
Lis Basın Yayın
Zargotina gelê Kurd wekî ku gelek zanyarên zargotinê jî pesend kiriye yek ji dewlemendtirîn û kevnartirîn zargotina gelên cîhanê ye Tevî ku heta niha hin xebatên berhevkarîyê hatibin kirin jî xebatên zanistî û tezên li ser zargotina gelê Kurd ên bi rengekî akademîk û bi pergal hatine amadekirin kêm in û ev rastî têra xwe nayê zanîn Bedran Hîkmet di vê xebata xwe deDestana Memê Alanku parçeyek ji parçeyên girîng yên zargotina gelê Kurd e bi awayekî zanistî vekolaye û ew ûMem û Zîna Ehmedê Xanî ji gelek alîyan ve daye ber hev Nivîskar biDanberheva Memê Alan û Mem û Zînê xwestiye ku xwendevanan û di ser xwendevanan re jî gelên cîhanê bêtir bi dewlemendî û resenîya zargotina Kurdan bihesîne Bedran Hîkmet sala 2013 anDanberheva Memê Alan û Mem û Zînê wekî teza masterê amade kiribû û ev berhema li ber destên we ji beşên girîng ên vê xebatê pêk hatiye