MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Dara Pelweşiyayî — BAVÊ NAZÊ

Dara Pelweşiyayî
153,00
Roman

Dara Pelweşiyayî

BAVÊ NAZÊ

Lis Yayınevi

20101. baskı144 sf.
Karton KapakKitap KağıdıKurdî / Kürtçe
Yaykoop

Dara Pelweşiyayî

BAVÊ NAZÊ

Çu guman tê de nîne ku Bavê Nazê di warê romana wêjeya Kurdî ya nûjen de yek ji xwesertirîn navan e Bavê Nazê bi zimanê û şêweyê vegotinê yê xweserî xwe ve bi desttêdanên xwe yên rasteqîn î sosyalîst û rexnegiranetiya xwe ya tund ku ji kevnesovyetan pê re maye işaretê bi şemitînên di nava civaka Kurd de wekî şêwejiyanên ku di nava sermaye soreş evîn û bêbextiyê de dudilî mane dike Dema ku romana nivîskêr Miriyê Heram 2009 ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin tevî romana wî ya nû Dara Pelweşiyayî bê helsengandin ev yek pêwîst e eşkere dibe peyama bingehîn a ku Nazê dixwaze bide xwendevanan dê gorî xwendinên çewt nebe Em bi bîr bînin ku di Miriyê Heram ê de xalên şikestinê yên şêweyê birêxistinbûna mektebî siyasî ya Stalînîst ên li ba civakê û takekes bi riya Feylesofê Serxweş ê ku yek ji serekaktorên romanê ye bi vegotineke lap sotîner hatibûn dayîn Nazê di gel lêgerîn û lêkolînên xwe yên peywendîgirî zimanê Kurdî yên hêjayî behsê di romana xwe ya navbûrî de xwe bi tundrawiya zimanî ve bernedabû heta hûn bibêjin bes ji avaniya elastîk a zimên sûd wergirtibû Di Dara Pelweşiyayî yê de jî em jê re dibin govan ku nivîskar vê firêqetiya xwe ya zimanî bi riya Şêrzadê pêlewanê romanê didomîne lêbelê di heman demê de em bi dilekî sotî dastaneke aciziyê dixwînin Em pê dizanin wekî di her du honakan de jî serêşî polîtîka ye û em dibînin ku Şêrzad li devereke ku dibêjin hatiye rizgarkirin li gel evîna xwe ya ku li pey xwe dikişkişîne ji sêrî de careke din bi col û zincîran tê girêdan