Delala Dinik Rastiyeke Geliye Zîlan
Nubihar Yayınları
Romana Delala Dînik qala komkujiya Geliyê Zîlanê dike Delala bedew û xama jî di wê komkujiyê de malbat û dergîstiyê xwe winda dike Ew bi xwe jî piştî çend şevan di bin cinazeyên birîndaran de çavê xwe vedike Lê mixabin ew komkujiya ku li ber çavê wê diqewime dibe sedema dînbûna wê Piştî ku li herêma Geliyê Zîlanê kevir li ser kevir namîne Delal xwe diavêje deşt û çiyayan tî û birçî bi rojan li derve dimîne Demekê şûnde Delal li Erdîşê xwe diavêje mala Helîm Xoce Helîm Xoce li wê xwedî derdikeve û wek bavekî nêzîk dibe Lê mixabin piştî çend salan Delal bi awayekî hovane bi destê çend kesên qeşmer tê kuştin Ev bûyera han hê jî wek çîrokeke dilsoj di nav gelê herêmê de tê gotin