Dengbêj Memedê Panîyê Kilamên Şer Mêrxasî û Evîndarîyê
Wardoz Yayınevi
Memedê Panîyê hemçaxê dengbêjên Serhedê yên navdar wekî Şakiro Tahiro Keremê Oxçîya Ehmedê Hêliksan Xosrofê Demya û Nûredînê Meter e Herçiqas wî jî wekî gelek dengbêjên Serhedê qewimînên sedsala borî gotibe jî wî naveroka wan qewimînan li gor şêwe û tehra xwe çêkirîye û straye Dema em li kilamên wî guhdarî dikin şêwaz û meqameka taybet û xurt tê dîtin Ne tenê muzîkalîya wî herweha ji hêla bikaranîna ziman û sêwirandina hûrgilîyên jîyanê ve jî xwedî terz û hêzeka mezin e Di vê pirtûkê da 57 kilamên şer û mêrxasîyê û 44 kilamên evîndarîyê hene Gelek kilamên di vê pirtûkê da tevî agahîyên xwe hatine dayîn