Denge Kal ü Baven Me
Lis Basın Yayın
Ahmedê Gogê di vê berhemê de wekî ku nav Dengê Kal û Bavên Me lê kiriye bahsa serpêhatîyên bav û kalên xwe dike Bav û kalên Ehmedê Gogê û gelek Kurmancên li herêma Qersê û Îdirê û Wanê ku gelekî wan Êzdî bûn di salên dawîyê ên Şerê Hemdinyayê yî Yekê de bar dikin diçin wî alîyê Çemê Erez Aras ku di bin destê Dewleta Ûris de bû Bi bahskirina bav kalên xwe re bahsa herêma ku ew lê dijîyan gund û bajar û bajarokên wê herêmê gel û êl û olên li wê derê têkilîyên di navbera êlan gelan olan û dewletan de şîn û şayî û dawet û mêvantî û mazûvantîya gelên li wê derê û bûyerên girîng û balkêş ên wê demê jî dike Nivîskar bi piranî bahsa bûyer û serpêhatîyên salên berî Şerê Hemdinya yî Yekê û piştî vî şerî dike Berhem bi nasandina kesan û gundên wan î berê dest pê dike Bûyerên di vê berhemê de bi awayekî kronolojîk nehatiye nivîsandin û nivîskar carinan di ser re bahsa hin dem û bûyer û serpêhatîyan kiriye lê bi hûrgîlî bahsa dawet şîn xwestina jinan mêvantî û mazûvantîyê kiriye Nivîskar di vê berhema xwe de bi zimanekî wekî ê çîrokbêjan bahsa bûyer û serpêhatîyan kiriye