Dengê Zê
Payiz Yayınları
Dinya germ dibû lê hê çemê zê hêza xwe ji berfa li ser çiyayên wî bajarî pêlên ava zê hê têra xwe deng derdixist û hûr bûn Her dema di ber çemê zê de derbas dibûn çavên min li ser wî divan û diketim nava fikarên kûr Nihêniyeke newala zê û çemê wê hebû ku mirov digirt û dibir Heya ji çem û newale zê dûr nedîket ew bernedidan Min dereng zanîbû lê navê xwe ji zayînê bû Ji ber hindê herêmeke bi nihenî bû Ez û Yûsif weke her du çelên Berçelan bûn Em dereng ji bin berfê derketibûn lê kulîlkên herî temendirêj li ser me şîn dibûn Bihara me ji hemû biharan dirêjtir bû Em bi awaza dengê zê aram dibûn Ji ber wê yekê em bêyî hev nedijiyan Weke cotegûzên bi çiqilekî ve