Derdê Welat Divan
Nubihar Yayınları
Serda Selaheddîn yek ji wan şairên me yên jîr e ku heta niha nehatiye nasîn Hêj di medreseyê de feqiyekî nûciwan bûye dest bi şiîrê kiriye Ew ji ekola medreseya Mela Zahirê Tendûrekî ye Gelek balkêş e ku Serda di wî temenê xwe yê pir ciwan de şiîrên pir estetîk û kûr nivîsîne Serda Selaheddîn di 22 saliya xwe de ji cîhana fanî xatir xwestiye û ber bi aramageha baqî ve bar kiriye lê di du salên dawiya jiyana xwe de tim bi nexweşiyê re mucadele kiriye û di wan du salan de şiîr pir hindik nivisîne şiîrên xwe bi piranî heta 18 19 saliya xwe temam kirine