Deriye Dil Guldesteyek ji Şiira Almani
Nubihar Yayınları
Bi vê berhemê heyşt giregirên ji edebiyata Almanî Deriyê Dil xwe bi Kurdî vedikin Wan hetanî niha li gelek deriyan dabûn îcar dora Deriyê Dilê me ye Hebûn ziman ziman jî gotin e Gotina herî giran tije xweş efsûnî û kûr jî şiîr e Di 47 şiîrên ji welatekî dûr û ji dem û dewrên cihê de bi mecaz alegorî îronî û ahenga peyvê derûnî û serboriya mirov û hebûnê xwe nîşanî me didin û çirayekê ji me re jî vêdixin Dem dema şiîrê ye Em guh bidinê û li vir gotina xwe bibirrin Goethe çi gotibû Belê pisepisa evînî ya şaîran Horiyan jî derdixe ji rêyan