Dersen Şeriete Hedisen Cenabe Pexember — Kamiran Ali Bedirxan

Dersen Şeriete Hedisen Cenabe Pexember
Kamiran Ali BedirxanAvesta Yayınları
Dersen Şeriete Hedisen Cenabe Pexember
Kamiran Ali BedirxanKitêba Kamiran Alî Bedirxan Dersên Şerîetê û wergera kurdî ya Hedîsên Cenabê Pêxember ku di Hawarê de çap kiribû bi hev re di nav weşanên Avesta de derketin Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin Dersên Şerîetê di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike Mîr Kamiran di benda dawî ya vê berhemê de şîreteke kurdewarî li zarokan dike ku ew pêşî ji Xwedê û pêxember pişt re jî ji welat û miletê xwe hez bikin emrê Xwedê pêk bînin lê ji aliyekî ve jî ji bo milet û welatê xwe bixebitin û qet hêviyên xwe ji Xwedê qut nekin Mîr Kamiran di hejmara 27an a Hawarê de bi sernavê Hedîsên Cenabê Pêxember dest bi weşandina wergera hedîsan kiriye Heta hejmara 47an bi giştî 702 hedîs bi kurdî hatine weşandin Mijarên hedîsên ku hatine weşandin curbicur in lê bi piranî derbarê meseleyên civakî de ne weke jin aborî arîkariya feqîran têkiliyên civakî bi taybetî yên cîranan û hwd

Avesta Yayınları
Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin Dersên Şerîetê di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike Mîr Kamiran di benda dawî ya vê berhemê de şîreteke kurdewarî li zarokan dike ku ew pêşî ji Xwedê û pêxember pişt re jî ji welat û miletê xwe hez bikin emrê Xwedê pêk bînin lê ji aliyekî ve jî ji bo milet û welatê xwe bixebitin û qet hêviyên xwe ji Xwedê qut nekin M îr Kamiran di hejmara 27an a Hawarê de bi sernavê Hedîsên Cenabê Pêxember dest bi weşandina wergera hedîsan kiriye Heta hejmara 47an bi giştî 702 hedîs bi kurdî hatine weşandin Mijarên hedîsên ku hatine weşandin curbicur in lê bi piranî derbarê meseleyên civakî de ne weke jin aborî arîkariya feqîran têkiliyên civakî bi taybetî yên cîranan û hwd Çend mînak ji hedîsan 65 Qedrê rastiyê bigirin yê ko wê rastiyê got piçûk be mezin be xurt be belengaz be ne tu xem e Rastî ne ji dewlemendan bi tenê re ye 235 Hevalîtiya xwe de bi tevdîr be heye ko rojekê dostê te dibe dijminê te Dijminahiya xwe de nerm be heye ko rojekê dijminê te dibe dostê te 244 Sê tişt dikarin miletê min bibine helakê zikmezinî xewa pir û betalî 309 Qedrê her kesî li gora qîmeta wî bigirin 417 Ez ji dinya we ji jinan û ji bihnên spehî hez dikim û çavê min ji nimêjê ronî dibe 420 Yê ko ji bona dîn û welatê xwe şer dike ji bona parastina wan şevekê hişyar dimîne xewê li xwe diherimîne ji mirovê ko hezar rojî rojî girtiye û hezar şevî nimêj kiriye çêtir e 175 Cihada mezintir ew e ko mirov ji hakimekî zalim re rastiyê bibêje 428 Mirovê çêtir ew e ko bi kêrî xelkê tê 497 Bi ketina hevalê xwe dilxweş mebin tiştê ko Xwedê anî serê wî dikare bîne serê we jî 538 Heçî ko xebatên xwe bi bihnfirehiyê diqedînin kar dikin Xwedê poşmaniyê nade wan lê heçî lez û bezê li xwe dikin meydana wan kin e zererê dibînin 573 Li Incîlê hatiye nivîsandin Wek te bi wan kiriye wê bi serê te jî bê wek te bi wan dikî ew jî wê bi te bikin 689 Di sînga we de perçeyek goşt heye heke ew pak û safî ye her tiştê we qenc e heke ew xirab e her tiştê we neçak e ew perça goşt dil e