MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Deryas û Laş — Bextiyar Eli

Deryas û Laş
241,40
Roman Günümüz

Deryas û Laş

Bextiyar Eli

Avesta Yayınları

20241 sf.
Şehadet Kitap

Deryas û Laş

Bextiyar Eli

Tu li vir ji kê bipirsî tu exlaqê bilind dixwazî an azadiyê Dê bibêje exlaqê bilind Tu kê bibînî û jê bipirsî tu amade yî ji bo azadiya xwişka xwe bimirî Dê bibeje na Lê eger bipirsî tu amade yî ji bo parastina exlaq û namûsa xwişk jin û neteweya xwe bimirî tu dê bibînî hemû ji bo mirinê amade ne û serê hev dişkînin Çîroka Rojhilat e ev Bextiyar Elî di vê romanê de berê xwe daye vê çîrokê Çîroka vê derê ku gel korê xwe ye Korê halxweşî dilgeşî azadî û serxwebûna xwe ye Mîna Îlyasê berber ku ji her kesî zêdetir li ber awêne û neynikê rawestiyaye lê ji hemûyan kêmtir xwe dîtiye Gel ji xwe bawer nake ji hertiştî bi guman e hertim xwe piçûk dibîne dixwaze pûtan bişikîne lê pûtekî din ji xwe re çêdike Gel ji rastiya xwe dûr e li efsaneyekê digere ti bîr û bawerî bo wî ne girîng e Rizgariya xwe di destê rêberekî serokeşîrekî an fermandarekî payebilind de dibîne bo îbadetê jê re bike Şer pevçûn dizî gendelî ne di bala vî gelî de ye Her karî bi korayî dike û belkî jî ev korayî ye sedema bindestiyê Welatekî wisa ku di dawiyê de karê dîroknasan tenê jimartina cenazeyan e Herwiha Deryas û Laş hinekî siyaset hinekî dîrok hinekî şoreş e bi vegotineke îronîk Vegotina Rojhilat ku azadî huner afirînêrî û hevkarî lê têk çûye û durûtiyê xwe lê daniye