MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Destana Diroka Kurd u Kurdistan — Rıza Çolpan

Destana Diroka Kurd u Kurdistan
47,74
Edebiyat Diğer

Destana Diroka Kurd u Kurdistan

Rıza Çolpan

Veng Yayınları

238 sf.
Ekin KitapEn ucuz

Destana Diroka Kurd u Kurdistan

Rıza Çolpan

Bi sedsalan xwin rijandin Bi zilme cihan hejandin Wan Kurdistan tevda seland Bi milyonan Kurd ji heland Le disa Kurd winda nebun Xwe parastin ev e sabun Ne Sumer me ne ji Hitit Ne Akad me ne ji Iskit Osmani ji hole rabu Hamu cihan pirr dil sabu Ewana çun edi neman Hat guhartin dem u zeman Xwede sikir le Kurd hene Si milyon ser erde xwe ne Him Kurmanc u him Soran Li tev Zazan li tev Luran De rojek be Kurd azad bin Xudan dewlet u dezgeh bin Bawerim ew roj dur nin e We roje her kes bibine Dile gele Kurd ji sa be Xudan kar devleta xwe be

Şehadet Kitap
80,00

İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları

2017120 sf.
Şehadet Kitap

Xwendevanên hêja va pirtûka ku di destê we da ye çîroka du evîndarên gelê Kurd tîne bîra we Tîne bîra we dibêjim mabetse min pirranî jibo ew kesên ku di heqê vê çîrokê da agadar in haya wan li ser vê çîrokê heye jibo wan dibêjim Destana Seîd Mistefê û Axcîhanê jî yek ji van kilasîkên gelê me yê mazlûm e Di destpêka derketina evîna Seîd Mistefê û Axcîhanê vir da Kurdên Elewî bi taybetî jî Elewîyên herêma Dersimê piranî jî Kurdên devera Newla Karê gundên ku girêdayîyê qeza Mêzgirê û liwa Moxindîyê ne vê çîrok û strana van herdu gorbihiştên gelê xwe bi dil bi xemek evînî ve guhdar dikin Rind tê bîra min di şêvên zivistanan da ew kesên ku çîrok û strana van herdu evîndarên Kurd dizanîyan û digotin hemû gundî li tev zar û zêçên xwe li dor wan kom dibûn rûdiniştin va çîrok û strana guhdar dikirin carna hin kes jî digîrîyan Qet di bîra min da naçe strana evîna van herdu hêjayên Kurd tenê çend kesan dizanîya ku ew kes jî nevîyên Seîd Mistefê bi xwe bûn Di nav wan kesan da kalekî rîsipî hebû me ji wî ra Ap Pîro digot Bi rastî Ap Pîro jî me û kesên wekî me ra him Ap bû him jî bav Mirovekî mêvanhez ji zarokan ra zarok mezinan ra mezin mirovekî dil tijî ram ji kesekî wekî min ra jî ewlîya bû Lewra min ew wer didît û wekî bavê xwe jî ji wî hez dikir Ap Pîro mirovekî bejn narîn rîberdayî rîyek dirêj û six reng zerik wekî rengê hinê û kerîbar li ser sîng û hindavê her tim gopal jî di dest da him karê cotkarîyê dikir û him jî carna derdiket der diçû nav talibên xwe digerîya çiralix kom dikir Wî qet peyvek zimanê Tirk nedizanîya Di şevên cem girêdanê da hemû gotin û diwayên wî bi tevahî Kurdî bûn Dengê wî gelek nizm derdiket Di axaftina wî da tam zanîn û şîret hebûn Wî her sal di dema zivistanê da gelek caran ji me ra çîrok û strana evînîya bapîrê xwe Seîd Mistefê digot Dengê wî gelek xweş û zîl bû Qet çu kesî wekî wî ev strana çîroka evîna Seîd Mistefê û Axcîhanê nedistrand Carna tembûr dikir destê xwe carna jî gopalê xwe wekî tembûr digirt dida ser jonîyê xwe tilîyên xwe li gopal dixist ji me ra strana bapîrê xwe strana Ûsivê Kal Silê Sêwî û gelek kilamên din digot Lewra wî rind nedizanîya tembûrê bikute Bê derew pirrî caran tebûra wî ya ço bû yan jî gopalê ku di destê wî da bû