Destana Memê Alan Û Mem Û Zîn A Ehmedê Xanî
Peywend
Destana Memê Alan yek ji destanên navdar ên folklora kurdî ye Li gelek herêmên kurdan belav bûye û heta roja me hatiye Li ser vê destanê gelek lêkolîn hatine kirin û ev destan ji hêla gelek kesan ve hatiye analîzkirin û şîrovekirin Hin kesan ev destan wek destaneke neteweyî ya kurdan dîtiye hinan jî wek destana herî berbelav û navdar dîtiye û ji ber vê yekê girîngîyeke zêde daye vê destanê Vê destanê bi taybetî bala folklorzanên kurd û bîyanî kişandiye û gelek varyantên li herêmên curbicur hatine tomarkirin Îro jî ev destan di nav gel de zindî ye û li gelek herêman tê vegotin Mesnewîya Mem û Zînê jî di edebîyata kurdî ya klasîk de xwedî roleke girîng e û em dikarin bibêjin ku navdartirîn berhema edebîyata kurdî ya klasîk e Me dît ku têkilîyeke xurt di navbera vê mesnewîyê û destana Memê Alan de heye me jî xwest ku em van her du berhemên navdar ên edebîyata kurdî ji hin alîyan ve binirxînin û me di vê xebatê de hin manendî û cudatîyên van berheman destnîşan kirin Me lêkolîn kir bê ka çi manendî û cudatî di navbera wan de hene û Mem û Zîn a Xanî û Memê Alana Lescot çi bandor li ser hev kirine