Destpêkek Jı Bo Peyvsazıya Kurmancî
Peywend
Ev xebat a bi sernavê Destpêkek ji bo Peyvsaziya Kurmancî bi wê armancê rabûye ku di çarçoveyeke zanistî de mijara peyvsaziyê li gorî rê û rêbazên qebûldar berawird ligel hin nimûneyên peyvsaziya zimanên din teswîr bike Peyvsaziya hin zimanên ji heman malbatan heta radeyekê dişibin hevdu ji ber vê yekê jî me hewl da ku em ji çavkaniyên li ser peyvsaziya îngilîzî istifade bikin û bi nimûne û kategoriyên sereke yên peyvsaziyê babetê zelal bikin Loma di vê xebatê de rêbazên ku bi gelemperî di binbeşa peyvsaziyê de tên lêkolînkirin ên wekî dariştin kurtkirin guhastin dubarekirin wergirtin qerzkirin paşvesazî qusandin sernavî kesnavî û ww bi nimûneyan ve hatine şirovekirin