MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Destpêkeke Nû — Aso Haci

Destpêkeke Nû
156,20
Hitabet Söyleşi Röportaj

Destpêkeke Nû

Aso Haci

Avesta Yayınları

2023104 sf.
Şehadet Kitap

Destpêkeke Nû

Aso Haci

Li Londonê du xaniyên hejmar 10 hene yek ji wan cihê niştecihbûn û ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê ye ku hemû biryarên girîng ên Şanişîna Brîtanyayê tê de tên dayîn hejmar 10 ê din dikeve James s Square û heta sala 1927an ew jî mal û ofîsa Serokwezîrê Qraliyetê bû piştî wê tarîxê bûye baregahê Navenda Lêkolînan a Padîşahî Chatham House ku yek ji navendên herî girîng ên lêkolînan e li cîhanê di sala 1920an de hatiye damezrandin cihekî girîng ê biryarên siyasî yên Brîtanyayê ye û bi dehan dîplomat lêkolerên mezin û siyasetmedarên xuya lê kar dikin Ew navend girîngiyê dide wan mijaran ku li gor civaka navdewletî girîng in û rehendên wan ên cîhanî hene bi baweriya hinek çavdêr û lêkoleran çûna Mesrûr Barzanî bo Chatham House û pêşkêşkirina gotarê li wê derê girîngtir bû ji vekirina deriyê xaniyê hejmar 10 ê Downing Street ji ber di dîroka 102 salî ya navendê de yekem car e kurd dibin cihê girîngîpêdanê Mesrûr Barzanî jî yekem siyasiyê kurd e li wê navendê gotarê pêşkeş bike Di vê kitêbê de hewl hatiye dayîn li ser gotara Mesrûr Barzanî ya li Chatham House raveyên cuda bên kirin hejmarek mamostayên zanîngehê siyasetmedar nivîskar û şirovekaran ji aliyên cuda ve ew gotar rave kirine û nirxandine Ew hemû ligel gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê kitêbê de hatine komkirin da ku wek dokumenteke dîrokî û çavkaniyek jî li ber destê xwêneran be