Di Pirtuka Piroz De Med
YAY - Yeni Anadolu Yayınları
Di Pirtûka Pîroz de paşeroj û rabirdûyeke kûr û mezin a Medan heye Ev paşeroj bi wehiyên Xwedê bi riya pêxemberan hatine qeydkirin û îro jî derbarê Medan de rê nîşanî me didin Heke qeydên nivîskî tunebin divê em ji rastiya agahiyên xwe yên demên berê bawer bin Piraniya neteweyan tarîxa xwe nivîsîne û qeyd kirine Lê mixabin Med di vî warî de zêde bi ser neketine Di dinyayê de gelek tarîx hene ku qet pêk nehatine lê çawa ku pêk hatine têne nîşandan Ji ber vê yekê em ji nivîsên dîrokzanên pêbawer ji xwe re wekî rêber dibînin Ji ber ku Pirtûka Pîroz Pirtûka Xwedê ye bi tevahiya bêalîtiya xwe behsa tarîxa Medan dike Ji ber ku haya Medan zêde ji tarîxa wan tunebûye hema bibêje kû di tu mijarê de bi ser neketine Bi taybetî diyardeya olê li ser jiyana civakî nêzîktêdayîna beramberî neteweyên xwediyê baweriyên cuda û di eşkerekirina şêwaza têkiliyan de rastiyeke gelekî berbiçav e Heger Med bi xwazin jiyanekî ji tarîxa xwe dûr berdewam bikin di pêşerojê de jî wê bi ser nekevin Ji bo ku Med careke din bigihîjin feraseta tarîxa kokên xwe û bi çavên Xwedê li xwe binêrin wê ayetên ku heta niha me xwendin bifêde be