Dile Kuren Min
AVESTA BASIN YAYIN
Kitêba şi ran a Kamiran Alî Bedirxan Dilên Kurên Min ku di sala 1932yan de di nav weşanên Hawarê de li Şamê derketibû piştî 82 salan ji nû ve di nav weşanên Avesta de derket Li jêr em ji kitêbê şi ra bi navê Xebat çap dikin Xebat Kekinon werin xebatê Sibe bûye roj helat Bi zanîn û mektebê Ava dibe ev welat Werin werin dibistan Dergehê xwe vekirî Werin her rûj zêdetir Bi zanînê bikêr î Werin lawinon mektebê Mêkteb hêlîna me ye Bibezin zû lez werin Zanîn hevîna me ye Roj kaniya ruhnî ye Mekteb kaniya zanîn Dê û bavên me hemî Keç û lawên xwe anîn Werin werin mektebê Hêlîna me dibistan Bi xwendin û zanînê Ava dibe Kurdistan KAMIRAN ALÎ BEDIRXAN