Dılname
Lis Basın Yayın
Lis Yayınevi
Dilname Dengê nalîna evîna yekalî bi çêja çandperestî û welatparêzîyê ye ku Newafê Mîro di vê gurzenameyê de bi hestekî pir nazik agirê evîna bêxwedî dadaye û di nav re rewşa Kurdan a civakî sîyasî û çandî li ber çavan raxistiye Dildaro evîndarê dilsoj berî ku nameyên xwe bigihîne evîdara xwe Gulyarê û li hezkirina xwe mikur bê evîndara wî ji ber rewşa sîyasî ya li Tirkîyeyê tev li şoreşê dibe û berê xwe dide serê çîyayan Dildaro jî ji ber sedema çûna evîndara xwe berê xwe dide Almanyayê û piştî ku sal û zeman diqedin Gulyar ji ber birîndarîyê vedigere malê nameyên Dildaro digihêjin ber destên wê û li wan nameyan vedigerîne Gelo ev evîn digihêje ku Gelo piştî derbasbûna sal û bûyeran çi bi wê evînê tê