Din Ü Mitoloji
Sitav Yayınevi
Mirov dikare bibêje ku mîtolojî nexşeya civakê ya herî kevn e Lewre kodên çandî herî zêde di qada mîtolojiyê de tên vegotin Şîfreyên nifşên hezar salan ku di nav xweza û civakê de jiyana xwe rêsandine herî baş di mîtolojiyê de tên vegotin Mîtolojiya her gelî bêguman manendeyê wî gelî ye Yezdanên her gelî jî di şayesandinên mitolojik de manendeyên mirovên wî gelî ne Ji bo ku mirov kesayetî û giyana civakekê nas bike bi qasî ziman çand û dîroka wî gelî pêwîst e ku mirov dîn û mîtolojiya wî gelî jî nas bike Gelê kurd çawa ku xwedî destan û mîtolojiyeke dêrîn bûye her wiha xwedî bawerî û dînên cihê jî bûye Gelê kurd li hemberî hemû zext û çewsînan bawerî û dînên xwe heta roja me ya îroyîn jî parastiye Ev berhem lêkolîneke li ser dîn û mîtolojîyê hatiye kirin Dîn çawa derketine dînên di nava civaka kurdan de çi ne kurd ji kengî ve xwedî dîn û bawerî ne her wiha têkilîyên dîn û mîtolojîyê çi ne dîn baweriyên Mezopotamyayê çi ne dîn û bawweriyên dinyayê çi ne van tevan div ê berhemê de cih girtîye Ji bo naskirina dîn û mîtolojiyê bi taybetî jî ji bo naskirina dîn û baweriyên kurdan mîtolojiya wan ev berhem berhemeke herî kêrhatî ye ku xebata wê bi kurdî hatiye kirin Ev berhem nimûneyek e ji lêkolînên bi kurdî hatine kirin
Din Ü Mitoloji Lekolin Ü Şirove