Dınya Ya Mın A Germ Dınya Ya Wan A Sar
Peywend
Dınya Ya Mın A Germ Dınya Ya Wan A Sar Kısa Özet Mîna çiyayekî perên xwe vekirin Heçku dê hemûsûskewên dinyayê lê bilûsin û dê hemû destên ku di valahiyê de qerisîne pêgerm bibin Mirov îlem li ber paxilekê germ dibû û îlem piştekdiviya jê re germ û aram Da ku tê de binve Heke dil biqerise û tîhna wêpaxila hezê wê singa evînê seh neke li nav doşek û lihêfên qedîfe herqerisîye her cemed e her bi sirê dibihûre Sir dibihûre sir digire Sirdiqerêse dil dike asin dil dike kevir Min dî got Dinyaya min a biçûk û germ ÇimkîMin dizanibû kengî ruhê min li berba û sermayê biqerise destekî dostane xwe ber min ve dikir Destê wî dostî Wî dostê min ê ji paxila Simbî mişext bûyî û xwe li ber palên Alpê girtî Min piştî bîst salan ew dît Sermaya Alpê bi yek carîli min bû honikahiya zozana Berçelan Ez û ew hilkişîyan ser niçkê çiyê Li hindava me ewr li danga me erd Di ber paceya teyarê de dîmen diderizî Şînê behrê di şînê ezman de dikeliyapêlên spîçolkî mîna hespên rewan ên rabûne çargavan li ser gerdena behrê xalênreş dihiştin qayik û gemî bi bêdengî ser dikişiyan sîpel di kendalên perê dedibijiqîn û teyr û tilûr mîna ewrên boz bi dû refa xwe diketin