Diwan
Nubihar Yayınları
Dîwana Seyid Eliyê Findikî ku ji gundê Findika bi ser Cizîrê ve ye û yek ji xelîfên pêşdehatî yê Şêx Seydayê Cizîrî ye bi çapa xwe ya çaran di nav rêza klasîkan de weşiya Seyid Elî însanekî sohbetxweş û xwedî zimanekî gelekî şêrîn uslûba wî ya şiîrê jî pir zelal e Zimanê ku wî di helbestên xwe de bi kar aniye ji hêla herkesî ve bi hêsanî tête fêhmkirin Helbestên wî di nav xelkê de pir têne zanîn û di medreseyan de jî feqiyan gelek qesîdeyên wî jiber kirine Şiîrên wî bi piranî li ser tobê dûrketina ji gunehan terka hezkirina dunyayê gazina ji dostên ne safî û yên ne wefadar tewsiya hiqûqê însanî û li ser terka ji bid etan ne Tembîha alimên zeman dike ku vegerin ser wezîfa xwe ya eslî malê xelkê bi hîlê nexwin û bi niviştan wan nexapînin Seyîd Elîyê Findikî şêweyê hûnandina helbesta wî eynê wekî helbestvanên Kurd yê kilasîk e ku wî jî bi wezna eruzê helbestên xwe hunandiye lê ferqeke wî ji wan heye ku wî bi zimanekî wisa hêsan û rewan helbestên xwe hûnandiye ta ku merivê ji rêzê jî jê fam dike Wî gelek mijarên exlaqî û civakî di helbestên xwe de civandiye Herwekî pend û şîret wefa û dostanî tobe terka dinê xerîbî tesewif şîna li ser kesayetên mezin û hwd
DiwanNubihar Yayınları