Dîwan
Lis Basın Yayın
Lis Yayınevi
çev. Mela Bırhanê Tarînî
Dîwan berhemên herî dewlemend û bi qîmet in Nexasim ev dîwaneya tesewifê ya ku derûnîya însanan dihelîn û dikewîne buhaya xwe derdixe nava asta herî bilind de Ji işqa heqîqî û mecaz cezba îlahî û fanî bigre hetanî adabên nefsbiçûkatî û paqijkirina hundirê mirovan di vê kitêbê de derdikeve ber çavên vekirî Heger yek ji me bixwaze qesîdeyên evînî û işqî baş bişopîne bila vê dîwanê ber çavên xwe derbas bike Li dû r êçika Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî tesewifa heqiqî ya rêbaza Neqşîbendîtîyê ji şaxa Xalîdîyeyê Şêxê Hezanî mohra herî xurt li ser xwendevanan dihêle Lewra ev tesîr û bandor ji kelîmatên beytan bêhna misk û enberê difûrîne nava dilên xwîneran Ji tîrêjên germa van helbestan herarêtê hundirê însan hênik û rehet dibe Ger em li xezîne û lêgerînê de be divê em xwe berdin nava hevokên qesîdeyan nava gotin û heceyên beytan heta heta nava mejîyê herf û qafîyeyan ji ew çend ku em tehma evîna heqîqî jê bistînin û pê binoşin hetanî û heta ya paşîn