Dîwan Ey Reqîb
Avesta Yayınları
Şaîrê sirûda neteweyî Ey Reqîb Dildar Yûnis Raûf di 20ê Sibata 1918an de li Koyeyê ji dayik bûye 1948an li Hewlêrê koça dawî kiriye Dildar di serdema guherînan û derketina rêbazên edebî de jiyaye Di nav kurdan de amadehiyeke Klasîzm Romantîzm û Realîzmê hebû yanî ew di di qonaxa dawî ya Klasîzmê naverasta Romantîzmê û di destpêka Realîzmê de jiyaye Ji ber vê bi zelalî krokiya van rêbazan di şi rên wî de têne dîtin Dema meriv li şi rên Dildar dinêre meriv bi zelalî tevliheviyeke van her sê rêbazan dibîne loma diyarkirina rêbaza edebî ya şi rên Dildar ne hêsan e Hinek ji şi rên wî bi temamî realîst in û ligel rastiya civaka kurdan ya wê demê re li hev dikin Ew li gor serdema ku tê de jiyaye mînaka wan şaîran e ku şi rên nû yên kurdî ceribandiye Li gor lêkolînên li ser nûkirina şi ra kurdî ku Dildar ne yek ji damezrênerê dibistana Romantîzm û Realîzmê be jî bi dilniyayî ew yek ji wan edîbên ku şi ra kurdî di warê giranî serwa awaz wate û peyvan ve nû kiriye Heger meriv bi hûrî Dîwana Dildar bixwîne meriv dibîne ku îdeolojiya wî ji bingehê ve îdeolojiyeke pêşketî ya neteweya kurdan e Di şi rên wî de mebest û armanca sereke hişyarkirina neteweya kurd e ji paşvemayîn nezanî û nedadperweriyê ye