Dîwana Mela Nûrullahê Godişkî
Peywend
Mela Nûrullahê Godişkî yek ji nûnerên edebîyat kurdî ya klasîk a sedsala 20an e Jîyana wî gelek di nav şert û mercên xirab da derbas bûye Ew dildarê edebîyata kurdî û zimanê kurdî ye Wî zimanê xwe yê eslî yanê yanê zimanê kurdî yek ji ayetên Xwedê dîtîye û parastîye Ji berhemên Godişkî yek jî dîwana wî ye ku têda bi çar zimanan yanê bi kurdî erebî farisî û tirkî kêm zêde 285 helbest hene û piranîya helbestan bi kurdî ne Ji alîyê teşeyên nezmê ve helbest ji qesîde xezel mesnewî rubaî û qit eyan pêk tên Mela Nûrullhî bi zimanekî herikbar û xwerû helbestên xwe hûnandine Dev dost e lê dil dujmin eDil kafir e dev mu min eDi vê xebatê da Nesîm SÖNMEZ tenê li ser helbestên wî yên bi kurdî xebat kirîye Di demajoya xebatê da bi malbata wî ra têkilî danîye û nusxeya dîwanê ya eslî ji malbata wî girtîye û xebata xwe li gor vê nusxeyê kirîye Di destpêka xebatê da SÖNMEZ li ser jîyan û berhemên Godişkî sekinîye û pişt ra helbestên wî yên kurdî li gor nusxeya eslî rêz kirîye Te ew daxa kû kêşaye dilHeya mehşerê dimîne kul