Diwana Miran
J&J Yayınları
Dema ku we NÛRÎ DÊRSIMÎ jî hilda û xwe gihande paytexta dilan hûnê bibînin dilnizmî û pêşwaziya ŞÊX SEÎDÊ KAL Ewçex wê ŞÊX EVDIREHMANÊ AXTEPÎ û MEWLANA XALID li dû MELAYÊ BATEYÎ biwaqînin mewlûda kurdî li ser ruhê şehîd û cangoriyên Kurdistan Jibîr nekin ELÎ HERÎRÎ ha eman Û bila bêne civata we BEHLULÊ MAYÎ PÎREMÊRD û BABE TAHIRÊ URYAN Û ewê SEYDAYÊ TÎRÊJ di berbanga beyana sibehê de û bi zerîqên tîrija rojê re rohnî bide Laleşa Nûranî û dê mizgîna azadiyê bide ŞÊX ADÎ Li dû jî dê bibêje şêxê min î delal Tenê bi tayek ji bazkê Melekê Tawiz vexwendnameyekê binivîse û bişîne ji bona ZERDEŞTÊ KAL Bilezîne şêxê min li benda me ye AMED paytexta dilan Nebe ku hûn jibîr bikin MELAYÊ CIZÎRÎ