Dîwana Şêxê Sena Nî
Peywend
Çîroka Şêxê Sen anî bi gelek alîyê xwe ve bala meriv dikêşe ser xwe Ev çîroka ku bi xêra Feqîyê Teyran cihê xwe di nav wêjeya Kurdî de dîtîye di roja me ya îroyîn de jî bi gelek şêweyên xwe ve dertê pêşberî me Ev berhema ber destê me ya bi navê Dîwana Şêxê Sen anî Bi Xezela Feqehê Teyra û Xemgînê Xanîjî yek ji van xebatan e ku di serdema modern ya edebîyata Kurdî de derketîye holê Ev berhema han a menzûm ji alîyê Mela Nûrî w 2008 ve hatîye amadekirin ku navê wî yê mustear Xemgînê Xanî ye û di vê pirtûkê de weke Xemgîn derbas dibe Divê bê gotin ku Mela Nûrî weke Seyîd Nûrî jî tê naskirin Ev berhem bi terza xwe ve meriv dikare bibêje ji nezîreyê wêdetir mîna tekmîleyê tê xuyakirin Çiku nezîre ji helbestek e ku helbestvanekî din bi heman şekl wezn qafîye û redîfê ve ji helbesta helbestvanekî re wek nezîre ango mînak çêkirîye re tê gotin Lê dema meriv li vê xebata Xemgîn dinihêre dibîne ku ew ne di wê îddîayê de ye ku derê pêşmuqabilê Feqîyê Teyran û ji helbesta wî re nêzîreyê çêbikê Berevajî vê Xemgîn bi awayekî rêzdarî li helbesta Feqî dinêre û ji vê qesîdeya wî re tekmîleyekî temamkerekî çêdike Tekmîle jî ji alîyê naverok an jî kronolojîyê ve temamkirina pirtûkekê ye ango curexebateke ku ji bo kêmasîyên berhemekî bên sererastkirin an zêdekirin lê bê çêkirin an jî ger guncav be jêderxistin lê bê çêkirin e Lewma jî dema meriv li berhemê mêze dike dibînê ku ew cihên an jî serborîyên ku Feqî behs nekirine an jî rasterast di ser re derbas bûye Xemgîn tespît kirîye bi heman şêweyî behsa wan kirîye û ew qul û qusûr ji holê rakirîye