Dîwana Seydaye Kinik
J&J Yayınları
Ma ne bes e êdi bes e xwe dibêje felek Ev çi gurmîn e xan û manê me xirakî Ev çi ba û çi îcac bager e tim li ser me agirî Zar û zêrçan bi kimyasal dişewitînî carekî Ma we eqd û peyman daye kafirî Sedam û Turgut Yan ji Gorge Buschê di cihan de kar û barê weh dîkî Ev çi dek û ev çi lîstik tim li ser me şev û roj Kuştin û eza û talan bo me nîn e êwirekî Ma tenê em bê xwedî nin li cihanê bext reş in Tim bira û dost perîşan bome nîne destekekî Ma bira qet li cihanê nav û dengê me nebû Ma kî bûn Brahîm û Nemrûd li dinê hîştine dengekî Ma kî bûn Deysem û Rostem û Şêr Egit Şêrko û Selah Nav û dengê aferînî wa bûye tarîxekî Ma kî ye kawa li Îranê agiri rizgarî Vêxist û navê heyî ew bû cîhanî