Du Çîrok Û Nameyek
Nubihar Yayınları
Gerok û Gezok du mişkên destbirakên hev in Di rojbûna Gezok de Gerok tê bajêr û dibe mêvanê wî Di Çîroka duyem de Qero û Qoqo hene Ew gerok in û dixwazin hemû dinyayê bibînin Di beşa sêyem de nameya Deveyê Bedew heye Em hemû zîndîwer tenê dişibin xwe Her kes di çav xwe de xweşik e delal e Ez dibêm divê her kes ji xwe hez bike û ji ber taybe tiyên xwe fedî neke Mîna min ez tu carî ji devebûna xwe fedî nakim Ez deveyekî spehî û hêja me