Duaya Êvarê
Sar Yayınevi
Duaya êvarê Karahan tiştên li ser dinivîse pirr baş dinase Lê ew tenê bi hinde namîne Dema mirov li berhemên pirraniya nivîskaran dinere hemű berhemên nivîskarekî hema dişibin hev Ev yek dibe sedem ku mirov hew dikare wan bixwîne ji ber ku dizane ku nivîskar dê çi û çi bibêje Karahan ev sinor û bend rakiriye her kurteçîrokek wî dibêjî qey a nivîskarek ji dinyayek din e Husên Mihemed Pêlevanê zimanê kurmancî Enwer Karahan ne tenê di vê kurteçîrokê de bi ya min di piraniya berhemên xwe de pênûsa xwe bi hosteyî bi kar tîne û gencîneyeke bêhempa pêşkêşî kurmancîhezan dike Bi ya min Enwer Karahan yek ji çîroknivîserên kurd ê herî serkeftî ye nexasim di nav çîroknivîsên kurd ên bakurî de xwedî cihekî baleberz û binirx e Nivîskar Enwer Karahan pirtûka xwe Du Dilop di navbera bîrhatinên xwe yên li welêt û abstarkta modern de dihone Dr Ciwan Heqî Xalekek din ku di berhemdariya Enwer Karahan de bala min dikêşe hostahiya bikaranîna şayes û biwêjên kurmancî ne Salih Kevirbirî