Dubeytiyen Baba Tahire Hemedani
Nubihar
aba Tahirê Hemedanî şair û arifekî sedsala 4ê hicrî ye Tarîxa jidayîkbûn û wefata wî bi awayekî zelal ne diyar e Lê dîsa jî di piraniya çavkaniyên sereke de tarîxa jiyadikbûn û wefata wî wek mîladî 937 1010 tê qebûlkirin Baba Tahir di du qadên cuda de berhem dane Yek ji wan berhemeke tesewifî bi zimanê Erebî bi navê el Kelîmatu l Qîsar e ya duyem jî helbestên wî yên bi cûreyê dubeytî ye ku bi zimanê Kurdiya Lorî hatine nivîsîn Ji aliyê naverokê ve di dubeytiyên Baba Tahir de mijarên lîrîk evînî û fîkra wehdetu l wucûdê bi hev re xuya dikin Dubeytiyên Baba Tahir yên orjînal hindik in ew dubeytiyên ku niha bi navê wî têne weşandin hemî ne yên wî ne Herweha dubeytî ji hêla zimanî ve jî hatine tehrîfkirin ji formên wan ên Kurdî Lorî hatine Farisîzekirin Dubeytiyên Baba Tahir bi gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin Ev wergera han jî ji hêla Perwîz Cîhanî ve hatiye kirin Di kitêbê de 336 dubeytî hene Cîhanî wergera xwe bi awayê wezn û qafiye hûnandiye