Efsuna Welate Min
Ez û dayika wê em pê re çûbûn heta termînalê Bi maç û hembêz me ew heta nava otobêsa wê oxir kiribû Otobêsa wê diviya rabûba lê ranebûbû mabû Li benda hatina kesekî bû Em li derve li ber otobêsê Gulperîka min di hûndurê wê de dêmên rûyê wê bi camê ve zeliqî bi çavên şil li min û dayika xwe dinêrî Dayika wê jî wekî wê digiriya Min jî dixwest ez bigirîm û agirê di nava dile xwe de bi hêstirên çavên xwe sar bikim Lê min pêlî dilê xwe dikir û ez nedigiriya Ew dêmên wê yên dagirtî yên sorik ku bi cama otobêsê ve zeliqandî xwestekeke har û dîn xiste dilê min Xwesteka ku ez herim cara dawî wê bigirim ber hembêza xwe û ramûsînim Her çû dîn û har bû Xwe da ser tevayê êş û derdan û xwe li tevayê hebûna min rapêça û zeft kir Lê li hember wê car din jî min xwe zeft kir şidand û şidand Min xwe ji kirina wê girt Ez fikirîm ku eger ez vê bikim ez dê çûna Gulperîka xwe ji bo wê zehmetir bikim Min ji xwe re ew heq nedît Lê va ye hêj jî agirê wê xwesteka min a bêmirazmayî di dilê min de Hêj jî wekî xwe û wê gavê bi tîn har û şewat dîn Yazar Kemal Yiğit Sayfa Sayısı 1 Çeviri Ebat 13X20 Basım Dili Türkçe Basım Tarihi Ocak 2022 Kağıt Cinsi 2 hamur Kredi Kartı Tek Çekim 81 60