Ehmedê Xanî Mem û Zîn
Belki Yayınları
Ehmedê Xanî dîsa vedigere ser huriyet û dadmendiya ku ew ê bide destê gelê kurd û civaka kurd Ji ber vê yekê Xanî pir li Stî û Zînê miqate ye Li gorî Xanî Stî û Zîn periyên qesra Mîr in Mîr li Botan li dilê Kurdistanê otorîteyek e Li gorî Xanî ku mirov vê otorîteyê bide destê civaka kurdan divê mirov ji hundirê qesrê dest bi têkoşîna xwe bike Ehmedê Xanî Stî û Zîn wek dadmendî û azadiyê dîtine û wî ji nav şahiya îda Newrozê rahiştiye wan û ew birine qesra Mîr Li gorî Xanî divê qesra Mîr bi bedewbûn û xweşikbûna Stî û Zînê bixemile Her çiqasî ji civaka kurd re otorîte û desthilatdarî pêwîst be jî divê ev otorîte bi xweşikbûn û bedewbûna dadmendî û azadbûnê were pênasekirin Otorîte û desthilatdariya bêdad û azadî pêkûtî û tirsê belav dike Bi rastî jî tişta ku Xanî ji Platon T Hobbes û J J Rousseau cuda dike ev xeml û nîşanên dadmendî û azadiyê ne