Elas Efendi
Sar Yayınevi
Êlas efendî Siwarê Şînbozê Êlas Efendî yek ji wan berhemên qewîn e ku nişani me dide bê ji destê wêjekaran ve çawa dîrok dikare ber bi roja îroyin ve aktuel bibe Karahan wek vebêjer xwe ji navberê vedikişîne bi tenê vegotinê neqlî roja îro dike û gava vê yekê dike ji destûrê nade ku bîr dîrok û bûyer bi destê wêjekariyê bibe fêgurekirina dekoreke sahneyekê Bi mesûliyet gotinê dike devê vebêjerê sereke Cemîlê Sor ku ew bi xwe jî beşdarekî vê bûyerê ye û ew jî di şexsiyeta karekterê sereke apê wî Êlas Efendî de ji me re panaromayeke li ser esasên bûyerên demeke dîrokî rave dike Ew ji me re bi îhtişama rîtulelê qala bûyerên dema Şêx Seîd û Îsyana Agirîyê dike bê dijayetiya elîtên kurd yên di navbere netewî û herêmî de wek civak û kesayet ji hêla çînî û psikolojî de çi zahmetî hatiye kişandin Ev berhema ku di hilmekê de tê xwendin meriv çêjeke bêhempa jê werdigre û ev jî delîla kamiliya nivîskariya Karahan e M Wenda Koyuncu