Elıyê Etmanêkî û Filîtê Quto
Ava Yayınları
Li Kurdistanê herêma Rojka xelayek rû dide Heft salên dirêj xêncî zivistana ku hinek berf diket dilopek baran jî nabare Ruyê erde dihele ji germê Erd mîna bûkek ku zavayê xwe wenda bike û bigirî dev û lêvên wê diqelişe Ji ber birçîbûnê goştê canê gel roj bi roj dihele Siyê konan ber keviran van nasitirîne ji xezeba tava tîngerm Hêdî hêdî mirin xwe rê dide Zarok pîr û kal ji ber birçîbûnê debar nakin û can didin û gele herêmê diçe helakê Lê hêviyeke wan heye Mezinê êla wan Emê Etmanekî û biraziyê wî Elî Hêvî dikin ku ew karwan rakin û herin ji diyarên dûr ji wan re xawinê bînin Karwan derdikeve Di vê rêwîtiya dijwar de qelsî û çewtiyên lehengan mêrxasî û camêriya wan rûpel bi rûpel mirov dikşîne nava xwe