Em Ketin Peyvê Me Xwe Ji Bîr Kir
Belki Yayınları
Ez di mijara bavtiyê de wek Arthur Schopenhauer nafikirim ku digot Bav ji bo nemire ji bo xwe nemir bike zarokan çêdike û bi hebûna wan zarokan di xwe de kula mirinê teselî dike Li gorî min ev fikreke feodal e Bavtî tiştekî xwezayî ye Mirov bîra mirinê bibe nebe jî dîsa jî bi awayekî zagona xwezayî dibe bav Ger ramana Schopenhauer rast bûya divê ti çêlikên ajalên din çênebûna divê berî Homo Sapiens an zarokên ti mirovên prîmîtîv û prîmatan çênebûna Bavtî tiştekî xwezayî ye ji ber wê jî tiştekî xweş e Mirov bi bavtiyê dibe sedema hebûna yekî a din Bavtî ya jî dêtî afirandin e