Endeko
Peywend
Ji heywanan kêvroşk heywaneka bê dest û bê lep e Rojekê ji xwe re hesand û got Eve herkes neheqiyê li min dike şêr piling gur û herkes tê min dixwe Ev ne bes e vêca nêçîrvan jî tên min dikujin Tu kes ji min natirse ya baş ew e ku ez herim xwe bavêjim vî çemê he û xwe bixeniqînim Vêca kêvroşk rabû çû ber çem da xwe bavêje avê de û xwe bixeniqîne Li ber çem nêrî va beqekî got çep û xwe avêt avê Keyfa kêvroşkê hat û dilê wê pê xweş bû û got Ez xwe naxeneqînim çimku eve hinek ji min jî ditirsin Bixwîne bihizire û bersiv bide