Ez Tev De Pencere Me
Avesta Yayınları
Kitêba şi ran a nû ya Dîlan Şewqî bi navê Ez tev de pencere me di nav weşanên Avestayê de derket Kitêb jimara 24an a koleksiyona Şahmaran e ku taybet e bi berhemên edebî yên jinên kurd Ji şi ra Ez tev de pencere me ez tev de pencere me xemên nazik ji bo min vedibin ez wan dûrî te didim dûrî avî û tava te ez bi wana rengê gulê xweştir dibînim û tu di rezê eşqê de dilê xwe ji min tenê re diguvêşî Dilan Şewqi Sala 1970yî li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye Ji bo karê bavê wê eynî salê mala wan diçe Serêkaniyê Xwendina xwe heya lîsa dawî li Serêkaniyê xilas dike lê ji ber malbata wê ji kurdên Sûrî yên bê nasname bû xwendina piştî lîse nikarîbû temam bikira Di gelek kovar û rojnameyan de nivîsandiye Ji tirkî û kurdî gelek şiîr wergerandine erebî Berhemên wê Ramûsanên sor helbest Heleb 1998 Hevdîtina pêxemberan helbest Şam 2006