Ez û Ez Jiyana Min a Piştî Mirinê
Avesta Yayınları
Min hertim wisa bawer dikir ku du jiyanên min hene Wexta ku min fam kir yek tenê heye ya duyemîn dest pê kir Min deqîqeyên xwe yên dawîn bi guhdarîkirina hilma xwe hejmartin hertişt xweş bû Hiner Saleem piştî Vodka Lemon û gelek filmên din û romana pêşî Tivinga Bavê Min ku bi dehan zimanan hate wergerandin û dengekî baş da vê carê jî bi romaneke nû li pêşberî me ye Ez û Ez Jiyana min a piştî mirinê Di Ez û Ez de nivîskar bi xweliya xwe re digere berî bimre wasiyet dike ku laşê wî bê şewitandin û xweliya wî bibin welêt bi ser qebra diya wî dabikin lê hesabê mal û sûkê li hev nayê Tiştên li vê dinyayê biyanîtî nîjadperestî bêwelatî dev ji xweliya wî jî bernadin Di nav rêzên kitêbê de mirov geh xemgîn dibe geh jî dibişire Ez û Ez pirseke esasî ye ji medeniyeta Rojava ku êdî ji xwe dûr dikeve ber bi tunebûnê ve diçe Di vê kitêbê de tê beşekî ji xwe ji çîroka xwe bibînî Ev çîroka me hemûyan e