MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Ez Û Mın — Ahmet Gemi

Ez Û Mın
103,13
Yabancı Dilde Edebiyat KitaplarıKürtçe

Ez Û Mın

Ahmet Gemi

PEYWEND

01.01.202281 sf.
Karton Kapak13.5 x 21 cmKitap KağıdıKÜRTÇE
Kitap YurduEn ucuz

Ez Û Mın

Ahmet Gemi

Ax Xwezî bi wan rojan Wekî aniha li bîra min têt wê roja befirê serê xwe dixwar Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû û hêj heta bangê mexrebê du caran ban hatibûn malîn Befrîkên xwe me bo şeveke dirêj amade kiribûn Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû û ancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana Dadê ji êvarî de beroşeke mezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabû keşka têr bi goştê perasûyan Şev kanûnkuj bû Bapîrê me digot wextekê ji wextan hêj Meydanbelekê gund bûye Şeveke weha li wan qewimiye û tenê camêrekî wê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare lewra rabûye ji êvarî de gayê sor serjê kiriye goştê wî kelandiye û heta sibê ligel çar kurên xwe ban malîne Wê şevê bi bejna spîndaran befir hatiye û ji bilî wê malê gundî tev di bin befirê de fetisîne û xaniyên wan bi ser wan de hatine xwarê

Şehadet Kitap
150,00

Peywend

20231 sf.
Şehadet Kitap

Di nav ziman û wêjeya cîhanê de ziman û wêjeya Kurdî xwedî cihekî giring e Ev yek roj bi roj baştir xuya dike Her ku diçe di qada Ziman û Wêjeya Kurdî de berhemên nû têne keşifkirin û xebatên nû yên giranbiha têne kirin Ev yek jî şanazîyeke ji bo me Kurdan û mizginîya pêşerojeke ronak dide me Feqe Reşîd helbestvanekî bi nav û deng e ku berhemên wî ji nû ve derdikevin pêşberî xwendevanan Jixwe berhema wî ya Sirru l Mehşer bi awayekî bi rêkûpêk ji alîyê me ve hatibû çap kirin Lê niha berhema wî ya Cîhanşah li ber destê we ye Cîhanşah ew berhema Feqe Reşîd e ku cara pêşîn haya we xwendevanan jê çêdibe û tê çap kirin Ev yek jî şanazîyek mezin e ji bo me Kurdan û ji bo Wêjeya Cîhanê