Fatîheya Işqê
Peywend
Ey derdê min ey derdê dilê min Tu dibînî ku ez hewcedarê xwendina fatîheyeke te me li ser min ê zinde mirî fatîheyekê bixwî ne Ku ez aşiqê fatîheyê me ku ez ji fatîheyê ve nexweş im Di dest pêka min de nexweşî numayan bûye Ez êdî nikarim bê fatîheyê bê destûra fatîheyê bijîm Yanî ji ezel de ez di nava vê nexweşîyê de me ku heta bi ebed wê bimeşe ev mered Ji ezel ve ez ji eslê xwe dûr im ku loma ez nesax û elîl û nalan im Ez nikarim bê fatîheyê dest bi tu tiştî bikim dixwazim bi fatîheyê bijîm û bi wê bimirim Vejîna min a nû jî li ber derîyê wê