Felsefevan Hejmar 1 Rebendan Sibat Adar 2015 — Kolektif

Felsefevan Hejmar 1 Rebendan Sibat Adar 2015
Kolektif
Na Yayınları
Felsefevan Hejmar 1 Rebendan Sibat Adar 2015
Kolektif
Feyza ulume felsefe pir kişf e le sitr u xef e min dı di camek qerqef e fincan bi can min cur e da Mewlana melaye ciziriŞirove di piyaleyeke meye de dema min qulpek ji fincana we bi ser cane xwe dakir hinge min dıt ku çixer u bereketeke pir di ilme felsefe de heye le ew veşartı ye u ji herkesı ve nexwiyaye

Na Yayınları
Feyza ulume felsefe pir kişf e le sitr u xef e min dı di camek qerqef e fincan bi can min cur e da Mewlana melaye ciziriŞirove di piyaleyeke meye de dema min qulpek ji fincana we bi ser cane xwe dakir hinge min dıt ku çixer u bereketeke pir di ilme felsefe de heye le ew veşartı ye u ji herkesı ve nexwiyaye

Na Yayınları
Daxuyaniya Hejmara Yekem ya Kovara Felsefevan Merheba ji we re Bi hejmara xwe ya yekem em li pêşberî we ne Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe ê şîrîn kovareke xwerû bi kurdî û kurmancî ya felsefeyê biweşînin lê mixabin heta a niha me îmkaneke wiha peyda nekiribû Lew re ev daxwaz wisa demeke dirêj di hişê me de weke xewnekê mabû Lê qasî beriya du sê mehan me biryara xwe da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi kurdî biweşînin Guman tê de nîne ku bar barekî giran e û pêdivî bi zanîn û têgihiştineke kûr heye û lwema ev kar bar û berpirsiyariya me girantir jî dike Li gel hemû astengî û dijwariyan em baş dizanin ku avêtina gava pêşîn gelekî girîng e û bêguman bi demê re em pêbawer in ku dê di zimanê kurdî de berhevdanek baş ya zanyariyên felsefî û zanistî pêk were Di vî warî de meyl û bala xwînerên kurdî hêviyên me her geş dikin û wêrekiyek bêpeyan didine me Weke zanîna we ye ku felsefe û zanist jî di jiyana mirovî de qasî wêjeyê xwediyê roleka girîng in û di navbera wan de jî bêguman têkiliyek xurt heye Kovara Felsefevan dê di sê mehan de carekê biweşe û di her hejmareka xwe de em ê herî kêm li ser du mijarên bingehîn dosyeyan rawestin Herweha em ê cih bidin mijarên mîtolojî civaknasî û psîkolojiyê û têgînên felsefî jî Belam mijarên civaknasî û psîkolojiyê dê betir mijarên destpêkê bin û armanc dê nasandina wan zanistan be Weke din em ê bi berfirehî li ser mijarên felsefî rawestin Di vê hejmar ewil de em li ser du mijarên taybet rawestiyan 1 Di pêşketina zimanan de fîlozofî û felsefe2 Têkiliya felsefeyê û dîn çi ye gelo Çima di civakên lipaşmayî de felsefe her dem weke dijberê dîn olê tê dîtin û nirxandin Di rûpelên pêş de dê hûnê li gotarên gelek hêja yên Shahînê Bekirê Soreklî Zeynelabidin Zinar Fêrgîn Melîk Aykoç Omer Dilsoz Zeynel Abîdin Newaf Mîro Mahmut Ozçelik Mîr Qasimlo Y Gul Seven Rênas Xendekî Sultan Arslan Konê Reş Evîn Berçem Kêmzan Bêwar û Agirî Soran rast werin ku bi şêweyek felsefî û akademîk mijar li qelemê dane û têgihiştineke xwe a kûr hene Herweha dîsa nivîsa Panait Îstratî ya derheqê dîn de nêrînên ramanwerên cuda Destana Gilgamêş Ferhengoka Felsefeyê di quncikê civaknasiyê de di quncikê psîkolojiyê de jî cih digrin Nesrîn Rojkan rêwîtiya xwe ya li warên Antîk Yewnanîstanê bi nivîseke xweş ya bi navê li qelemê daye û geştnameyeke xweşik nivîsiye Herweha Ali Gurdilî bi nivîskarê yê bi H Kovan Baqî re hevpeyvînek pêk anîye ez bawer im dê ew jî gelekî bala we bikşîne Di her xebat û karên destpêkî pêşîn de bêguman dibe ku hinek çewtî pêk werin Lê ya girîng ew e ku mirov ji çewtiyan jî ders bigre û rê nede dubarkirina wan Li ser navê hemû xebatkarên kovarê ez gelekî spasiya hemû rewşenbîr û nivîskarên me yên qedirbilind dikim ku bi gotarên xwe yên hêja piştgirî dane me û em bi tenê nehiştine Herweha em spasiya we xwîneran jî dikin ku we bala xwe daye vê kovarê û dixwînin Em ji xwe bawer in û hêvîdar in ku em ê bikaribin bi berdewamî vê xebatê bidomînin û berfirehtir bikin Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de Tanıtım Bülteninden Sayfa Sayısı 128Baskı Yılı 2015Dili TürkçeYayınevi Na Yayınları