Feqînasî
Kolektif
Peywend
Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov Ev sê şexsîyet li gor rêzê Melayê Cizîrî Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ne Ev sê şexsîyet li asîmanê edebîyata Kurmancî wekî stêrka Sureyyayê ne û bi hev re ronahîyê didine erdnîgarîya Kurdan û asîmanî dixemilînin Bêguman Feqîyê Teyran bi xêra berhemên xwe quncikeke fireh di dilê gelê xwe de girtîye Derbareyê Feqîyê Teyran de di nava gel de gelek çîrok û hikayeyên xerîb û fantastîk jî belav bûne û ew çîrok wekî rastî hatine qebûlkirin Işqa wî digel Sînemê feqetîya wî hevaltîya wî digel Melayê Cizîrî axaftina wî digel teyr û tulûran newal û çîya û ber û behran heta mirina wî û tabût û tirba wî ev hemû bûne çîrokên rastî di nava gel de