Feqıyên Tarıyê
Avesta Yayınları
Feqiyên Tariyê romana Selîm Berekat a yekem e Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê Cezîra Sûriye dibin zemîneke dramatîk î têr û tije Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin dîroka welêt dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê dîroka efsaneya ku rabirdû xistibû mista xwe heya bingeha wê ya efsanewî qulipî û bû rêçeke xeyalane da ku zora wê dîrokê bibe Mele Bênav dikeve nava helwesteke hawante û ber bi astengê ve tê ajotin Kurê wî Bêkes sînorê demê yê temenê mirovan derbas dike ew piştî jidayikbûna xwe dibe sî salî û di dema esrê de dibe çil salî û êvarî dibe pêncî salî Kêlîka ku ji dayik dibe wiha dibêje ev astengek e dema ku biqede hûnê ji bîr bikin lê ezê demê nebînim ku ji bîr bikim Efsaneya Bêkes dirêjî dîrok û cografya van mirovan dibe efsane tev li pêkenînê dibe belge tev li ecêban dibin rojev tev li fantaziyê dibe hizrên gelêrî tev li xewnên sofîzmî dibin û adetên rojane tev li kabûsan dibin