MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Ferheng — Süleyman Yıldırım

160,80

Ferheng

Süleyman Yıldırım

J&J Yayınları

2011176 sf.
Ekin Kitap

Ferheng

Süleyman Yıldırım

Pêwendî û tekiliya navbera Somerî û Kurdî çi qas heye Pêmayînên Somerî yên ku Zimanê Somerî diyar bikin kêlikên ku bi nivîsa mîxî hatine nivîsîn in Ev kêlik hatine xwendin û di derbarê Somerî de gelek zanînên berbiçav derxistine holê Ev jî ji aliyê ziman ve hin nîşaneyan dide ber me Li gorî van nîşaneyan têkiliya Somerî û zimanên Kurdistanî yên mezopotamyayî yên Rojhilata Navîn derdikeve holê Her çi qas wekî ku Kurd peyrewên Someriyan in bê gotin jî ev wekî rastiyeke giştî hê nehatiye desdîqkirin Di dîrokê de gelê ku pêşî nivîsê bi kar aniye Somerî ne Wan bi navê nivîsa mîxî Vî navî ji aliyê dîrokzanan ve hatiye danîn şêweyeke nivîsê bi kar anîne Bi rêya kêlik û belgeyên dîrokî ev nivîsa mîxî hatiye dîtin û hatiye deşîfrekirin di ser wê re zanînên li ser zimanê Somerî jî digihîjin ber destê me Ku mirov behsa zimanê Someriyan bike divê ku haya mirov ji nîqaş û gengeşiyên li ser Someriyan jî hebe tirk bi piştrastkirina Weqfa dîrokê ya tirkan lêkolîn ên ku pêşkêş kirine gotine Somer ji asyaya navîn hatine û dibe ku koka wan ji tirkan be xwediyê vê angaştê ew kes in ku digotin Kurd tirkên çiyayî ne Li gorî wan 165 peyvên Somerî û yên tirkî yek in ereb û hin dîrokzan ên ku bi sponsoriya pereyê ereban ê petrolê kar û lêkolînan dikin dibêjin Somerî ji miletên Samî ne û zimanê wan jî yek ji zimanên Samî ye Ji bo ku mirov bibêje Somerî aryanî ne û têkiliya wan bi gelên aryanî yên îroyîn re heye divê ku hin nîşane û delîl di destê mirov de hebin Ji bo ku mirov bibêje Kurd peyrewên Someriyan in divê ku mirov du tiştan bigire dest Yek jê hevpariya erdnîgariyê ye ya din jî ziman e peyvên hevpar rastiyek didin destê mirov Lê ev jî bi temamî rastiyê nade ber destê mirov Ji ber ku Somerî îro nemane wekî gelê wendayî û zimanê Somerî jî wekî zimanekî mirî ye tu caran dê ev ew ê neyê tesdîqkirin di ser van zanînan re rastiyeke giştî heye ku Somer xwedî mîrateke xurt in û ev mîrat ji bo hemû dinyayê ye hemû civak ji vê mîratê sûd wergirtine diviya bû ku berî her kesê berî her civakî civaka Kurdan ji mîrata Someriyan sûd wergirtana Ji lew re Somerî û Kurd hevparê heman erdnîgariyê ne ango Kurdistanî ne