Ferhenga Bişaftinê Bahoz Baran
Wardoz Yayınevi
Ev pirtûk bi çavdêrî û serpêhatîya 15 salan hatîye lêkirin Nivîskarî ji alîyê bişaftinê va guh daye halê civakê û tiştên ku dîtine hebo hebo qeyd û tesnîf kirine Ev xebat xebateka teatral e ji nava jîyana Kurdan hatîye dawerivandin Derîyê vê xebatê ji şano û sînemayê ra vekirî ye Xwarzê ji xalê xwe ra dibêje Kurmancîya min nake nîvê Kurmancîya te Ew xala jî jê ra dibêje Erê tu wisa dibêjî lê Kurmancîya min jî nake nîvê Kurmancîya dîya min û ya dîya min jî nake nîvê ya pîra min De were û vî kerî di vê bihurê ra derbas bike Gelek Kurd wextê ku li 1 ê dinêrin bîr a Tirkan tê bîra wan Hinek Kurd wextê çav bi vê Kurdîya akademîk dixin dibêjin qey ew bi tiştekî nizanin zimanê dê û bavê wan reş dibe li ber çavên wan