Ferhenga Têgihên Hiqûqê
Kolektif
Mezopotamya Vakfı Yayınları
Ev ferheng yekemîn ferhenga têgihên hiqûqê ya kurdîya kurmancî ye ku pênaseyên têgihan jî tê da cih digirin Di vê ferhengê da du beş hene ku beşa sereke ango ya yekem li ser bingeha kurdî hatîye dariştin û tê da hem kurdîya têgihan hem jî pênaseyên bi kurdî hene Beşa din jî wekî pêveka vê ferhengê ye û tirkî kurdî îngilîzî farisî û erebîya têgihan hatîye rêzkirin Di vê pêvekê da tirkî peyva serî ye û armanc ji vê jî ew e ku gelek kes li gor tirkîya têgihan li têgihan digerin Bi vî awayî kesên ku kurdî kêm dizanin yan jî nizanin jî dikarin ji vê ferhengê sûdê wergirin Di vê ferhengê da tenê têgihên zanista hiqûqê yên sereke hene Di ferhengê da têgehên şaxên wekî hiqûqa sizayî hiqûqa medenî hiqûqa karî hiqûqa bingehîn hiqûqa gelemperî hiqûqa navneteweyî hiqûqa kargêrî hiqûqa bazirganî hiqûqa îcrayî û herweha têgihên giştî yên hiqûqî cih digirin Ji bo ku têgih bi hêsanî bihên famkirin pênaseya wan û herweha hevokek mînak jî hatîye pêşkêşkirin Di pênaseya têgihan da sûd ji nûtirîn çavkanîyên hiqûqî hatîye girtin Herweha di pênaseya têgihan da pergalên hiqûqî yên cuda jî li ber çavan hatine girtin