Ferhenga Zanisten Cıvaki
Nubihar Yayınları
Ez dizanim me karek gelekî zor zehmet û tevlihev da ber xwe Vî karê ku me xwe lê rakêşa ne karek e ku ji alî kesekî yan çend kesan ve bê kirin Karekî wisa ye ku diviya ji alî dezgeh û avahiyên ziman ve bihata kirin Dezgeh û avahiyên ku hêza dewletî li pişt wan e û xwedandestek û piştgiriya gel in Mixabin ku hîn dezgehên me yên bi vî cûreyî tunin yên heyî jî gelekî qels in û bi derdestiyên kêm fedekariyên mezin dikin Eger em li benda wan û xebateke weha bûna dibû ku em pir bi derengî biketana Loma diviya hinekan ji me dest bavêta vî karî Bi taybetî piştî li hin unîversîteyan di warê lîsansê û lîsansa bilind de beşên Kurdî vebûn pêdiviya hewcedariya termînolojiya Kurdî hîn bêtir xwe nîşan da Bi zimanê me yê ku heta duh qedexe bû diviya êdî tezên lîsansa bilind û doktorayê bihatana nivîsandin xebat û lêkolînên akademîk pê bihatana kirin Rast e zimanê me gelekî dewlemend e û heta dema Şoreşa Hunerweriyê endustrî belbî heta destpêka sedsala bîstan jî têra xwe xurt bû û ji gelek zimanan pêşvetir bû Têgehnasiya termînolojiya me ya edebî cotkarî û heywankariyê ji zimanên cîran û zimanên dinyayê ne kêmtir bû belê têgehnasiyeke me ya zanistî û akedemîk hema bêje tunebû yan jî gelekî li paş mabû Eger bi zimanê Kurdî hînkarî û perwerdehî hebûya bêguman wê ev valahî heta îro zû hatiba dagirtin û karekî weha zehmet li ser pişta kesên wekî min nema Lê ji ber nebûna vê yekê ev valahî û kêmahî nehat dagirtin Ez bi xwe gelek caran li ser pirsa dagirtina vê valahiyê bi kesên ku li ser vî zimanî xebitîne re şêwirî me û peyivî me bê ka gelo wê ev kar çawa were kirin Me hemûyan jî dezgehên me yên heyî destnîşan kiriye Belê rastiya dezgeh û avahiyên me li ber çavan e Di rewşa ku ew nikaribin vî karî bikin de bibê nebê kar li ser pişta kesan dimîne Pirsa ma ewê kî vî karê ha bike serê min gelekî êşand Di dema ku ez li pey peydakirina camêrekî ku ewê vî karî bike digeriyam û ji bo vê yekê dişêwirîm gelek nas û xasan bi taybetî ji bo ku ez vî karî bikim han dan min Bi ser de carinan hin dostên ji TRT6ê ji Ajansa Anadoluyê ji kovar û rojnameyên cihê li min digeriyan û ji bo bikaranîna hin têgehan bîr û raya min dipirsîn Hingê min jî fikrên xwe ji wan re digot Wir wê ve ha ku min dît ev kar li ser milê min ma Ez fikirîm bê ka gelo ez nikarim vê xebatê bi çend heval û dostên ku di unîversîteyên cihê de dixebitin bi wan re û bi alîkariya wan bikim Belê ev jî nedibû Ji bo kirina vî karî diviya bi kêmanî em heftê du sê rojan bi hev re bixebitiyana da ku em karibin di nav çend salan de temam bikin Ka emê çawa heftê du sê rojan bi hev re bixebitiyana Mixabin rastiya karê me ev yek derdest nedikir Gelo ez kî me û min ev wêrekî çawa bi xwe re dît Celadet Alî Bedirxan di hejmara pêşî ya Hawarê de weha dibêje Ez ko Kurd û Kurdmancziman im bi zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zimanên din daniye ber hev kitkitên wî hûrhinandine qeydeyên wî ji hev derêxistine dikarim ji biyaniyan bêtir û qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn Armanc Awayê Xebatê û Nivîsandina Hawarê Hawar Hej 1 15 Gulan 1932 Van gotinên Celadet Bedirxan han dan min riya min ronî kirin tirs û bêziraviya min ji navê hilanîn Hingê min jî got Ez ku Kurd im baş bi zimanê xwe dizanim û dikarim wî bi pênc şeş zimanên din re rûbirû bikim ji bîst salan zêdetir e ku bi Kurdî dinivîsim û min di warên fefsefe dîrok siyasetzanî zimannasiyê de hînkarî û perwerdehî dîtiye û ders dane ez dikarim di warê zanyariyên civakî de ferhengeke têgehnasiyê amade bikim Bi vî awayî min tirsa xwe şikand û dest bi xebatê kir RÊ Û RÊGEHA ME Her ziman xwe nû dike belê ji ber ku zimanê me di qada dewlet û desthilatiyê de ji zû ve ye fersenda bikaranînê bi dest nexistibû di warê têgehnasiya hemdem de pir li paş ma Divê ku em vê valahiyê dagirin Ji bo dagirtina vê valahiyê du rê li pêş me hene 1 Peyv û têgehên nû bi awayê ku di zimanê orijînal de hatine afirandin yan ji zim