Ferike Usiv Suretsufe Cilda 2 Helbest Kurtçirok Laoırdi u Piyes 1971 1984 — Hemu Berhemen Wi

Ferike Usiv Suretsufe Cilda 2 Helbest Kurtçirok Laoırdi u Piyes 1971 1984
Hemu Berhemen WiLis Basın Yayın
Ferike Usiv Suretsufe Cilda 2 Helbest Kurtçirok Laoırdi u Piyes 1971 1984
Hemu Berhemen WiLi esmane helbestvaniya Kurden Sovyeta bere ji salen 50 yi yen sedsala 20 i u vır de çend sterken geş en ku weki sterka sere sibehe derketin u di nava wan de yeke heri geş sterka Ferike Usiv bu Wezire Eşo Li aliye rojavaye bi keys u kubra siye Li çilk u çavan bune ger u guheren çiye Hem ba hem bende razane kur kur Le niza m bi çi heyr u hesreta dur Ve şeva şerin bi heybet dizukin Yek seye şeveder yek ji dile min

Lis Yayınevi
Sûretsûfê cilda II a hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd helbest kurteçîrok laqirdî û piyesên wî bi xwe digire yên ku wî di navbera salên 1971 û 1984 an de nivîsîne Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv di 2 yê Sermaweza 1934 an de li gundê Sîpanê yê Yêrêwanê ji dayîk bû Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e Pêşiyên wî ji bajarê Qersê ji gundê Emançayîrê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn tevî Kurdên Êzdî yên din û Ermeniyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine Wî dibistana seretayî li gundê xwe Sîpanê di sala 1951 ê de kuta kir Zarokatiya wî di ber xwendinê re di nava xwezaya çiyayên Kurdan ên li aliyê Ermenistanê de derbas bû vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebiyetbêj ekî yekta Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de Fêrîkê Ûsiv di 1955 an de di Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan de dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kir Heman salê ku rojnameya Riya Teze yê dest bi weşana xwe kir dest pê bû helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar de weşiyan Wî di sala 1960 î de enstîtu kuta kir Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêwanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kir Pirtûka wî ya pêşîn Çavkanî di sala 1961 ê de hate çapkirin Piştî vê yekê bi demeke kurt ji ber ku ji ber rastgotiya xwe ya di jiyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bû rojekê girt hemû helbestên xwe yên çap bûyî û çap nebûyî giş şewitandin Bi hanedana Heciyê Cindiyê xezûrê xwe di sala 1963 yan de beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat Nova bû û bi wergera xwe ya bo Kurmancî xelata sêyemîniyê wergirt Wî di navbera salên 1963 û 1967 an de ji Avedîk Îsahakyan Lermontov û Shakespeare berhem wergerandine Kurdî di 1964 an de pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê hate çapkirin di 1967 an de jî ya bi navê Lîrîka Di 1968 an de li gundê xwe dest bi mamostetiyê kir Di sala 1971 ê de dastana wî Xewna Mîrmih li Moskovayê di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De bi Rûsî hate weşandin Di sala 1974 an de bû endamê Yekîtiya Nivîskaran Dastana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973 yan de hate weşandin Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977 an de çap bû Du dastanên wî yên din Rihana Reso û Hesretdefter di 1984 an de di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê Bahara Teze yê de hatin weşandin Wî di nava van salan re her wiha ji Byron Goethe Pûşkîn Yesenîn û Hovannes Tûmanyan berhem wergerandine Kurdî Di helbestê de du helbestkarên mezin hebûn ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl kirine Pûşkîn û Yesenîn Ji ber vê yekê di sala 1987 an de derkete gereke demdirêj ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne li danzdeh bajarên welatê Ûris geriya Di payîza 1996 an de çû dîtina keça xwe Zerê û neviyên xwe Narê û Alîk ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman lê Fêrîk êdî nexweş bû Digel pêdagiriya malbatê çû Di 28 ê Avrêla 1997 an de vegeriya Yêrêwanê mala xwe Lê nexweşiyê lê giran kir Fêrîk di 1 ê Gulanê de rakirin nexweşxaneyê Tevî hewildanên pakkirinê Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin di 3 yê Gulana 1997 an de di 63 saliya xwe de li Yêrêwana paytextê Ermenistanê kiras guhest û tevî karwanê nemirên Kurd bû Li ser xwestina wî Fêrîkê ûsiv li gundê Sîpanê li berpala Çiyayê Dibûrî hate veşartin Weşanxaneya Lîs ku bi edîtoriya helbestkar û wergêr Kawa Nemir ve di van salên dawî de dupat dike ku girîng e hemû berhemên bi Kurdî yên hêja yên heyama Sovyetan li jêr pêdaçûn û edîtoriyeke bi hûrgilî ji nû ve û bi rêk û pêkî bêne weşandin li nik karê weşandina berhemên Ereb Şemo Heciyê Cindî Qanatê Kurdo Eliyê Evdilrehman û Sîras hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv bi pûtepêdaneke mezintir amadeyî çapê dike û diweşîne Hêjayî gotinê ye ku ji derçûna Hesretdefter ê cilda pêşîn a hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv û vir ve ye li ba xwendevanên Kurd tiştê ku zelal dibe ew e ku Fêrîkê Ûsiv mezintirîn helbestkar û wergêrê Kurd ê sedsala bîstemîn e û bi derçûna Sûretsûfê yê ve cilda duyemîn a hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv dê ev bîr û boçûn ji îr