Fethen İslami Li Kurdistane
Avesta Yayınları
Ev lêkolîn behsa çavkanî û zanyariyên ser kurdan ên serdema vegirtinên îslamê dike û agahiyên ser misilmanbûna kurdan a piştî berfirehbûna vegirtinên îslamê li Kurdistanê yên serdema Xelîfetiya Emer ibn Xettab dide Ewên ku destpêka wan ji sala 16 637an heya dawiya dewleta emewiyan a sala 132 750î bûye Fethên Îslamî li Kurdistanê yek ji tibabek berhemên Prof Dr Ferset Mer î ye ku bi rastî nivîser û akademisyenekî xurt î berhemdar e Ew di sala 1956an de li Dihokê hatiye dinyayê û di sala 1985an de dest bi nivîsînê kiriye Wî bi berhema xwe ya Mîrgehên Kurdî di Serdema Ebbasî ya Duyemîn 350 511 960 1117 de li Pişka Mêjûyî ya zanîngeha Sen aya Yemenê doktora xwe daye Berhem çawa ku nivîskarê wê Prof Ferset Mer î jî di pêşgotinê de dinivîse ne tenê li ser vegirtinan e Lêbelê herweha ew lêkolînek e li ser tarîxa kurdan a berî îslamê jî ku agahdariyên baş li ser wê ji çavkaniyên şûnwarî dînî yewnanî rûmî suryanî ermenî û farisî jî dide Çawa ku kurteraveyek li ser mêjuya kurd a serdema medî û axemeniyan jî daye û hinek agah jî li ser dîroka kurdan a sedsalên yewnanî û partiyan jî pêşkêşî me dike Lê ji hemiyan jî ne kêmtir ew li ser rewşa kurdan a dema desthilata sasaniyan radiweste Digel hinek agahdariyên kurt li ser pêşiyên kurdan ên mîna subarî hûrî lulûbî gûtî mîtanî û bêguman kardûkiyan jî raçavî me dike