Fırîna Bı Baskên Şıkestî
Peywend
Berhemên edebî pirê caran sînorên hebûna madî û ya zihnî rastiya dinya derve û ya derûniya lehengan serobinoyî hev dikin ji xwe edebiyat hinekî jî derbaskirina sînoran e Lê ev berhem di sînorê jiyan û mirinê de pêl dide Li bajarekî ku bi ewrên reş yê mirinê hatiye dorpêçkirin li pey şopa evînekê digere Evîneke wisa ku ne tenê li ber xwe dide û dijî lê ew mîna şitleke kesk di nav kavilên cîhaneke wêranbûyî de serî hildide Rihê xwe xistiye kefa destê xwe û ber bi rojeke nû ve dimeş e Her çendî baskşikestî be dîsa jî ber bi perê asîmanan ve difire
Sar Yayınevi
Firîna Bi Baskên Şikestî Gava min dest bi xwendina Firîna bi baskên şikesti ya Helîm Yûsiv kir tiştekî pir xerîb bi min re çêbû Du rojan heta min xwendina wê neqedand min nikarî bû ez razêm Tevna wê ya hunerî kelecaneke mezin bi min re çêkiribû ez sermest kiribûm Min nizanîbû mirovên dûrî hev yên ne li cem hev dijîn dikarin ewqasî ji hev nêzîk bin Wisa hemû kesên vê romana ku li Kobanê derbas dibe ji min ve nêzîk bûn Ez nizanim çi bêjim vê romanê kilîteke zingargirtî danî ser zimanê min û demeke dirêj ez bêdeng hiştim Eziz Nêmetî Urmiye